15 Ekim 2012 Pazartesi



 
Jİ GELEME YE HÊJA Û Bİ RUMET RE….



 
Di nav her çar dîwaran de, em slav, hezkirin û bêriyên xwe dişînin, bi hevî û bawerî coşa kongreye slav dikin, serkeftinê dixwazin.

 Bi armanca qirkirina siyasî , nêzî çar sal bere em ji we hatin qetandin. Bi ve neçîre nezî deh hezar siyasetmedare Kurd dîl girtîne. Le ev armanc tu carî pêk nehat bi deh hezaran hevalên me cihe me dagirtin. Bila hûn zanibin di bin her şert û mercan de em bi we re ne, coş û heyecana tekoşînê bi we re parve dikin. Diwaren bilind, kelepçeyên hesin û polîtikayen qirej nikare hêvîyen me bişkînin. Em tu carî serê xwe li ber zordestan natewînin.

Gelê me dîsa di rojen zemherîrî de derbas dibe. Li hember daxwazên gelê me ye aştiyanê, her roj li ser serê me bombe tê barandin. Mafên me ye herî  xwezayî, bi zimanê zikmakî perwerde û di dadgehan de parastin hej jî ne hatîye pejirandin. Reberê Gele Kurd Birez Öcalan di bin tecrîdeke giran deye. Ji ber van xwestekan, nezî 300 hevalên me yên ku mehek e bedena xwe dane ber mirinêne. Şert û mercên wan ên jiyanê her diçe  girantir dibe. Di nav çar dîwaran de ligel hemû bêderfetiyan bedena xwe dane ber mirinê û li dijî konsepta îmhayê sekînîne û ji bo baş kirina şert û mercên Rebere Gele Kurd Birez Öcalan  berxwedaneke mezin nîşan didin. Rewşa hevalên me hatiya asteke krîtîk. Ev jî tê wateya rîska jiyanî. Her kesê ku dibêje ez mirov im û xwedî ahlaq û wijdan im, divê xwedî li vê berxwedanê be hempa der bikeve.

Hemû rayedarên dewletê bihişmendiyên xwe yên hişk û teng dixwazin netewa Kurd bi asîmîlasyonê rû bi rû bihêlin, hemû nirxên Kurdewariyê tune bikin.

 Heya ku ev berxwedan hebe em ê bi hêvî bin; her çiqasî pêvajoya ku em tê de ne bi kuştinê,  bi xwînê û bi şerê dijwar re rû bi rû ma bejî em ji dev doza xwe na gerin û em ê tim li dûwê bin.

Bêyî ku pêşeroja Tirkiyeyê hêj tarîtir bibe, ji bo çareseriya demokratîk ya gelê Kurd, ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan divê hemû gele Kurd rabin ser piyan û der kevin kolanan. Divê hemû gele Kurd di çarçoveya Xwesertiya Demokratîk de di ber xwe bidin û têkoşîna azadiyê bimeşînin. Em bawer dikin ku pirsgirêka Kurd wê bi rêya mûzekereyan çareser bibe û birez Öcalan jî muhatebe yekemîne.

 Em li gel vê rewşa ne baş dîsa jî ji hêza gele xwe bawer in, ji gelên azadîxwaz bawer in, ji şoreşê bawer in, ji doza serbestiyê bawer in. Bera herkes bibîhîse bedena me herçiqasî ne li wir be jî dil û giyanê me tim liwir e û em ê tim hebin; bi netewa xwe re bin. Heya ku em bijîn li dû doza xwe ne, xema me tenê azadî gele meye.

 Weke Seydaye Cigerxwîn gotî: Keç û kurên Kurd hemî şiyarbin, Ji bo serdestî hemî li kabrin, Ji hevre dostbin, dije neyarbin. Em carek dî ji dil û can herkesî slav dikin û hezkirinên xwe ji we re dişînin.

 Parlementeren BDP'ê ye girtî Hatip DİCLE,  Selma IRMAK,  Gülser YILDIRIM ,  Faysal SARIYILDIZ, Kemal AKTAŞ û  İbrahim AYHAN

 
* Peyama Kongreya Awerta ya BDP


 

 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder